Koca: li Diyarbekir hejmara pêketiyên Korona zêde dibe
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê dibêje, li Stenbol û Enqere hejmara pêketiyan dadikeve, lê li Diyarbekir û çend bajarên din hejmara pêketiyan zêde dibe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê dibêje, li Stenbol û Enqere hejmara pêketiyan dadikeve, lê li Diyarbekir û çend bajarên din hejmara pêketiyan zêde dibe.
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fehrettin Koca da xuyakirin, êdî li seranserî Tirkiyê piraniya qedexeyan hatine rakirin û got, di dema nû de bikaranîna demamik, dûrbûna ji hev û paqijî sê xalên sereke ne ku di vê her kes pabend be.
Koca got, nexweşiya Koronayê mirov xistin malan, digel vê jî, derbeyên mezin li berhemanîn, bazirganî, perwerde, çand û jiyana mirovan da.
Koca da xuyakirin, li Stenbol, Enqere û Îzmîrê hejmara pêketiyan her diçe kêmtir dibe, lê berûvajî wê, li Diyarbekir û çend bajarên derdorê bilindbûn heye ku sedemên sereke jî zêdebûna dawet, mewlûd û nerîtên civakî yên din in.
Heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 173 hezar û 36 kesan bi bi vîrusa Koronayê ketine û 4 hezar û 746 kesan jî canê xwe jidest dane.
S. B