Li Silêmaniyê 5 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê canjidestdana 5 kesan bi vîrusa Koronayê li Silêmaniyê ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê canjidestdana 5 kesan bi vîrusa Koronayê li Silêmaniyê ragihand.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniyekê de ragihand, 5 nexweşên Koronayê li bajarê Silêmaniyê canê xwe jidest dan. Temenê wan 80, 78, 70, 69 û 48 salî ne. Piştî derbasbûna nexweşxaneyê û mana di bin çavdêriya çir de canê xwe jidest dan.
Wezareta Tenduristiyê sersaxî ji malbata wan herdu qurbaniyan re xwast û hêvî xwast jî ku welatî pabendî rêniymayên teduristiyê bibin.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine gihîşt 1709 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîşt 35 kesan.
S. B