Di 24 demjimêran de, 180 pêketî li herêma Kurdistanê

Heta niha zêdetirîn hejmara tûşbûyan a rojekê hatiye tomar kirin, ku 180 pêketî hatin tomar kirin û piraniya wan nîşaneyên nexweşiyê hene

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê tendirustî yê hikûmeta herêma Kurdistanê , Saman Berzincî piştî seredana wî bo Bexdayê û civîna ligel Wezîrê tendirustî yê Iraqê di konferansek rojnamevanî de ragihand, heta niha zêdetirîn hejmara tûşbûyan a rojekê hatiye tomar kirin, ku 180 pêketî hatin tomar kirin û piraniya wan nîşaneyên nexweşiyê hene.

Got jî , di civîna wan de bo duyem car wezareta tendirustî a Iraqê , budceyek din bo dabînkirina xercî û pêwîstiyên wezareta tendirustî a herêma Kurdistanê dabîn kir. Herweha got, Wezareta tendirustî ya Iraqê biryar da, xerciya çêkirina nexweşxaneyekê li herêma Kurdistanê taybet bi Korona li stuyê xwe bigire.

 

 

 

C.B