Emerîkayê soz da hêzên xwe li Îraqê kêm bike

Di ragehadineka hevpişik a herdû hikumetên Îraq û Emerîkayê de, biryar hate dan, di dema çend mehên dahatî de, hêzên Emerîkayê li Îraqê bihên kêmkirin.

K24- Hewlêr

Di ragehadineka hevpişik a herdû hikumetên Îraq û Emerîkayê  de, biryar hate dan, di dema çend mehên dahatî de, hêzên Emerîkayê li Îraqê bihên kêmkirin.

Herweha biryar hatîye dan, Waşintun berdewam be li ser piştîvanîya sîyasî, ewlehî û abûrî bo hikumeta nû ya Îraqê bi serokatîya Mistefa Kazimî, bi taybet jî derbarê burandina kirîzên abûrî û Koronayê.

Dûhî pêdaçûn bi gotûbêjên stratîcî di navbera Bexda û Waşintunê de, bi rêya vîdyo Konfiransê ve, hate destêkirin û evro jî dê berdewam be.

 Biryare di ayinde de jî, çend civînên din yên hevşêwe bihên encamdan.