Qurbanîyên Koronayê li Silêmanîyê bi vî awayî dihê veşartin
Termên qurbanîyên Koronayê di dema veşartinê de ji alîyê tîmeka hemecor li goristaneka taybet li Silêmanîyê bi axê dihên sipartin û veşartin.
K24- Silêmanî
Termên qurbanîyên Koronayê di dema veşartinê de ji alîyê tîmeka hemecor li goristaneka taybet li Silêmanîyê bi axê dihên sipartin û veşartin.
Cêgirê rêveberê giştî yê Tenduristîya Silêmanîyê bo karûbarê Kargêrî û Darayîyê û serperiştyarê bibi axsiprtina terman behsa wê yekê dike, ku tevaya mercên cîhanî yên xweparêzîyê û binemayên ola Îslamê dihêne cîbicîkirin.
Got jî: Ew ku gorên wan cuda dike ji gorên din, tenê ewe kûrîyan goran 2 metir û 70 sentîmetire.
Dirêjîya goran wek gorên goristanên dine, tenê kûrîya wan cudaye.
Hejmara gorên goristana derdora Silêmanîyê 25 gor in. piştî 2 hefteyan ji can jidestana tûşbûyan rê didin kesûkarên wan mirîyan serdana gorên wan bikin.