Mehemed Hacî: Hefteya dahatî şanedeka Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike

Mehemed Hacî, harîkarê serokê hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand, hefteya dahatî şandeka hikumetê serdana Bexdayê dê bike bo gengeşekirina arîşeyan.

K24- Hewlêr

Mehemed Hacî, harîkarê serokê hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand, hefteya dahatî şandeka hikumetê serdana Bexdayê dê bike bo gengeşekirina arîşeyan.

Harîkarê serokê hikumeta Herêma Kurdistanê taybet bi Kurdistan 24 re ragehand jî, ku hikumeta dixwaze li gel Bexdayê bigehe encam û rêkkevtinê.

Herweha got jî: ji alîyê hikumeta Îraqê ve, bersivdan bo hewlên hikumeta Herêmê heye bi arasteya rêkevtinê, hevdem rêgirtin jî heye.