Emerîka şer li dijî Dadgeha Nêvdewletî ragehand

Mayik Pompêw, wezîrê derveyê Emerîkayê ragehand, ew sizayan bi ser wan berpirsên Dadgeha Tawanên Nêvdewletî re dispîn in, ewên dest hebûne li lêkolînên tabet bi tawanbarkirina serbazên Emerîkayê bi encamdana tawanên ceng li Evxanistanê.

K24- Hewlêr

Mayik Pompêw, wezîrê derveyê Emerîkayê ragehand, ew sizayan bi ser wan berpirsên Dadgeha Tawanên Nêvdewletî re dispîn in, ewên dest hebûne li lêkolînên tabet bi tawanbarkirina serbazên Emerîkayê bi encamdana tawanên ceng li Evxanistanê.

Pompêw derbarê hewlên Dadegha Dad a Nêvdewletî ragehand, Dadgeha Tawanên Nêvdewletî nekare serbazên Emerîkayê bigire yan tawanbar bike û lêkolînê li gel wan bike yan wan bixe di zîndanê de.

Got jî, Emerîka endamê wê rêkkevtinê nîne ku li Romayê hatîye wajûkirin û Dadgeha Tawanên Nêvdewletî pê hatîye damezirandin.

Herweha got: Rêveberîya Tiramp evan rêkaran digere ber li beranber Dadgeha Tawanên Nêvdewletî:

Yek: Sizaya abûrî bi ser bepirsên Dadgeha Tawanên Nêvdewletî re disepîn e, ewên rasterast peywendî bi lêkolînan ve hebûne li dijî Emerîkayê û hevpeyamanên wê.

Dû: Qedexeya vîzedana Emerîkayê bi ser hemû wan kesan re dihête sepandin ewên dest hebûne di wê keysê de û ne ew bi tenê, belku endamên malabata wan jî.

Wezîrê derve yê Emerîkayê got jî: Me pêxweş nîye ku ev biryarên hanê dane, lê nabe rê bidin berpirsên Dadgeha Nêvdewletî û malbatên wan bihên Emerîkayê, serdan û bazarî bikin û xweşîyê li azadîya Emerîkayê werbigirin û ji alîyekê dî ve jî duristkar û berevanên azadîya Emerîkayê tawanbar bikin û sizayan bi ser wan re bisepîn in.