ENKS: Diyaloga Kurdî-Kurdî berdewam e

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê Mihemed Ismaîl ji Kurdistan24 re ragehand, ku heta niha qonaxa 2yem a danûstandinên ligel Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê hêj destpê nekirin e

K24 – Navenda Nûçeyan

ENKS rawestandina danûstandinên ligel PYDê red dike.

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê Mihemed Ismaîl ji Kurdistan24 re ragehand, ku heta niha qonaxa 2yem a danûstandinên ligel Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê hêj destpê nekirin e, lê nûçeyên rawestandina danûstandinan ji rastiyê dûr in. Mihemed Ismaîl eşkere kir, ku rast e hin xalên nakok di navbera wan de hene, lê danûstandin nehatine rawestandin.

Beriya niha ENKS di daxuyaniyekê de ragehandibû, rêkeftina ligel PYDê çawa ku dê xizmeta doza Kurd bike, di heman demê de, dê xizmeta pirsa Sûriyê jî, bike.

 

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment