Pêşmerge û Hevpeymanan operasyonek li Mexmûr encam dan
Berpirsê Mihwerê Mexmûr- Giwêr yê hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî ragehand, ku di dema 48 demjimêran de hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên taybet yên Hevpeymanan operasyonek hevbeş encam dan e
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Pêşmerge û Hêzên Hevpeymanan Operasyonek hevbeş li Mexmûr encam dan.
Berpirsê Mihwerê Mexmûr- Giwêr yê hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî ragehand, ku di dema 48 demjimêran de hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên taybet yên Hevpeymanan operasyonek hevbeş encam dan e û karîn e 15 çekdarên DAIŞê li rojhilatê Çiyayê Qereçox bikujin.
DAIŞ ji rewşa lawaziya ewleyî li navçeyên Kurdistanî li derveyî desthilata Hukimeta herêma Kurdistanê sud wergirtiye û li wan deveran livûtevgerên xwe zêde kiriye.
C.B