Li Silêmaniyê 4 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan

Cîgirê Rêveberiya Giştî ya Silêmaniyê canjidestdana 5 kesan bi vîrusa Koronayê li Silêmaniyê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Rêveberiya Giştî ya Silêmaniyê canjidestdana 5 kesan bi vîrusa Koronayê li Silêmaniyê ragihand.

Cîgirê Rêveberiya Giştî ya Silêmaniyê Ebdula Ehmed ji K24ê re ragihand, 4 nexweşên Koronayê li bajarê Silêmaniyê canê xwe jidest dan. Temenê wan di navbera 60 û 70 saliyê de ne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine 2 hezar kes derbas kiriye û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîşt 42 kesan.

 

S. B