Rakan Cibûrî bi fermî nebûye parêzgarê Kerkûkê

Parlemanterê berê yê Parlemana Iraqê Şaxewan Abdulah daxuyaniyek belav kir û tê de red kir ku parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî bi fermî bûbe parêzgarê Kerkûkê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlemanterê berê yê Parlemana Iraqê Şaxewan Abdulah daxuyaniyek belav kir û tê de red kir ku parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî bi fermî bûbe parêzgarê Kerkûkê.

Şaxewan Ebdula nivîsî: Duhî nûçeyek li rûpela Rakan Cibûrî hat belavkirin, ku bi fermî bûye parêzgarê Kerkûkê. Piştî belavkirina wê nûçeyê me pêwendî bi nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê û Emîndariya Encûmena Wezîran kir, wan jî piştrast kir ku ti bingehek ji nûçeyê re nîn e û dûr e ji rastiyê.

Şaxewan Ebdula diyar kir,  pêştir ew li Rakan Seîd wek parêzgarê bi wekalet mikur nehatine. Herwiha ew hemû pêgavan davêjin, ji bo ew baca tawanên gendeliyê, erebkirinê û vegerandina Beisiyan ji piştî 16ê Cotmehê ve kirine bide.

Tekez kir jî, hemû biryarên ku ji aliyê Rakan Cibûrî ve hatine derkirin jî hildiweşînin û ti buhayeke wan ya yasayî nîn e.

Ji destpêka wergirtina postê parêzgarê Kerkûkê bi wekalet, Rakan Cibûrî dest bi dijayetiya Kurd kir û di dawî hewl de jî, dixwaze eşîretên Ereb ên ji piştî sala 2003an ji Kerkûkê derketine û çûnê çihên xwe, vegerîne û Kurdan jî ji cihê wan derbike.

 

S. B