Li Îranê 71 kesên din bi Korona canên xwe jidest dan

Li Îranê 71 kesên din bi Korona canên xwe jidest dan û nêzîkî 2 hezar 500 kesan jî, pê ketin e.

K24- Hewlêr

Li Îranê 71 kesên din bi Korona canên xwe jidest dan û nêzîkî 2 hezar 500 kesan jî, pê ketin e.

Peyvdara Wezareta tendirustî ya Îranê Sîma Sadat Larî di konferansek rojnamevanî de ragihand, ku di 24  demjimêran de 71 kesên din bi Korona canên xwe jidest dan e û 2 hezar û 410 kesên din jî, bi Vayrosê ketin e.

Heya niha li Îranê 8 hezar û 730 kes bi Korona canên xwe jidest dan e û hejmara pêketiyan jî, 184 hezar kes derbas kiriye.

Rêveberê giştî yê zindanên Îranê eşkere dike, ku 9 hezar kes li zindanên Îranê hilgirê nexweşiyên veguhestî ne, ku ya herî metirsîdar vayrosê AIDS e.