Hizbulah a Lubnanê rêbendên xwe radestî hikumeta Sûriyê dike

Hizbulah a Lubnanê rêbendên xwe li rojhilatê Dêrazorê radestî hikumeta Sûriyê dike.

K24- Hewlêr

Hizbulah a Lubnanê rêbendên xwe li rojhilatê Dêrazorê radestî hikumeta Sûriyê dike.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovî belav kiriye, ko Mîlîşyatên Hizbulah a Lubnanê rêbend û xalên xwe yên li bajarê Bûkemal liser sînorê Iraqê radestî hikumeta Sûriyê dike.

Ligor Rewangehê piştî wê yekê, Artêşa Sûriye 30 otombêlên serbazî derbasî deverê kirin e, ji bo bihêzkirina hêzên xwe li navçeyê...

Li bajarê Bûkemal û Meyadîn ên Dêrazorê Hêzên Hizbulah û yên Îranî hene û berdewam ji alî firokeyên şer ên Israîlê ve tên armanc kirin.