Demîrtaş: Şaşîyên HDP'ê jî hene

Hevserokê HDP'ê yê berê Selahedîn Demîrtaş diyar kir, ku HDP ti rêkeftinên veşartî û eşkere ligel CHP û Partiya ÎYÎ nekiriye û got, HDP bi namzedên xwe tevlî hilbijartinê bû ye. Demîrtaş diyarkir, HDP ne parçeyek ji Hevpeymaniya Mîllet e.

K24- Hewlêr

Selahedîn Demîrtaş çend twîtt liser nîqaşên di derbarê rêkeftinan de belav kirin. Demîrtaş dibêje: "HDP'ê di hilbijartinên herêmî de ligel CHP û Partiya ÎYÎ Partî ne bi eşkere û ne jî vekirî ti rêkeftin nekiriye. Tenê li hin bajarên mezin ên krîtîk, bi armanca pêşvebirina demokrasiyê, bi awayek yekalî piştgiriya namzedên CHP'ê kiriye."

Demîrtaş behsa Hevpeymaniya Mîllet jî kir û got; "Li bajarên din jî, HDP'ê li dijî CHP û Partiya ÎyÎ û hemû partiyan, bi namzedên xwe beşdarî hilbijartinê bû ye û ne parçeyek ji Hevpeymaniya Mîllet e."

Selahedîn Demîrtaş got, bang a HDP'ê ya ji bo hevpeymaniya demokratîk, ne hevpeymaniyek ji bo hilbijartinê ye û diyarkir: "HDP dixwaze hemû pirsgirêk, bi rêyên siyaset û aştiyê bên çareserkirin. Ev bang ji bo wê yekê ye, pirsa Kurd, aborî û hemû pirsên din bên çareserkirin."

Selahedîn Demîrtaş diyar dike, ku wekî HDP, kêmasiyên wan jî hene û anî ziman, divê pêşniyarên xwe yên çareseriyê bi awayek vekirî, ji tevayî civaka Tirkiyê re rabighînin.