15 tûşbûyên Koronayê li Hewlêrê baş bûn
Di ragehandinekê de, Dr. Dilovan Mehemed rêveberê Tenduristîya Hewlêrê başbûna 15 tûşbûyên Vayrosa Koronayê li sinûrê parêzgehê ragehand.
K24- Hewlêr
Di ragehandinekê de, Dr. Dilovan Mehemed rêveberê Tenduristîya Hewlêrê başbûna 15 tûşbûyên Vayrosa Koronayê li sinûrê parêzgehê ragehand.
Di wê ragehandinê de hatîye, ku 15 tûşbûyên Vayrosa Koronayê piştî wergirtina çareserîya pizîşkî bi temamî baş bûn û rewşa tenduristîya wan cêgîr bûye.
Herweha amaje bi wê yekê jî daye, pişkinîna taybet a li pey hev bo wan 15 kesn hatin kirin û encamên wan pişkinînan her nerênî derketin lew biryar hate dane bihên vegerandin bo nav malbatên wan.
Hejî amajeye, heya niha hejmara ew tûşbûyên li sinûrê parêzgeha Hewlêrê başbûne gehiştîye 292 kesan û 287 nexweş li nexweşxanyên parêzgeha Hewlêrê mane.