Ragehandina evro ya Wezaretê: 209 kesên din tûşî Koronayê bûn
Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare (109) a evro Şembîyê,13yê Xizîran a 2020 belav kir û ragehand. Ev jî deqa wê ragehandinê ye.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare (109) a evro Şembîyê,13yê Xizîran a 2020 belav kir û ragehand. Ev jî deqa wê ragehandinê ye.
Deqa ragehandina Wezareta Tenduristîyê:
Ragehandina Wezareta Tenduristîyê
Hejmare 109
Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, rêkar berdewam in bi vî awayî:
- Kerentîn
Hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de, (15,048) hevwelatî bûn. Niha tenê (1,952) hevwelatî, li (36) cihên cuda, di kerentînan de man e, (268) li Hewlêrê, (19) li Silêmanîyê û (1,665) li Duhokê. (13,096) hevwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di Kerentîneyê de derbaz kirin e. Hejamreka din li 24 demjimêrên burî hatine kerentînekirin ku tevaya hejamara wan (195) Hevwelatî ne.
- Pişkinîn:
Di dema 24 demjimêrên burî de, (2,350) pişkinîn li ser asta Herêmê hatin encamadan. (745)li Hewlêrê, (725) li Silêmanîyê, (469) li Duhokê,(102) li Germîyan, (74) li Raperîn û (236) li Soran. Hejmara giştî ya wan pişkinînên ku ji destpêka Vayrosa Koronayê hatine encamdan 101,375 pişkinîn bûne.
Encam:
Encamên 24 demjimêrên burî, (6) can jidestdan û (209) haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin. Bi vî awayî:
Li parêzgeha Hewlêrê (56) tûşbûn.
Li parêzgeha Silêmanîyê (130) tûşbûn û (6) haletên mirinê hebûn.
Li devera Germîyan (27) tûşbûn.
Li devera Raperîn (21 tûşbûn).
Li parêzgeha Duhokê (23) tûşbûn.
- Amara giştî:
Hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (2,101) kes in, di nav wan de, (42) haletên mirinê hene û (632) nexweş jî baş bûne û niha (1,427) nexweş di bin çavdêrîya pizîşkî de ne. Bo znanyarîyên zêdetir serdana Daşborda hikumeta Herêma Kurdistanê bike li vê lînkê (https://gov.krd/coronavirus/dashboard/).
Tevî destxweşîyê bo pizîşik, karmendên Tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi tî awayekî ji malên xwe nehên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê. Di dema pêwîst de jî, peywendîyê bi hêla germa hejamre (122) bikin.
Wezareta Tenduristîyê
Hikumeta Herêma Kurdistanê
13yê Xizîrana 2020ê