Li Xaneqînê êrîş li malbateke Kurd hat kirin û 6 kes hatin kuştin

Grûpeke çekdar êrîşî ser gundekî Kurdan li sînorê Xaneqînê kir û 6 kes kuştin û 6 kes birîndar kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpeke çekdar êrîşî ser gundekî Kurdan li sînorê Xaneqînê kir û 6 kes kuştin û 6 kes birîndar kirin.

Peyamnêrê K24ê li devera Germiyanê da zanîn, şeva bûrî grûpeke çekdar êrîşî ser malbateke Kurdên Kakayî li gundê Dara kir û 6 kes kuştin û 6 kes birîndar kirin.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, birîna birîndarekî giran e û rewşa wî ya tenduristî ne cîgir e.

Di dema bûrî de çendîn car in êrîş li Kurdên Kakayî li sînorê Xaneqînê hatin kirin, bi taybet li gundên Mêxas û Dara û di encamê de welatiyên Kurd tên şehîdkirin û birîndarkirin.

 

S. B