PDK-S: Ji bo bicihanîna armanc û mafên gelê Kurd ên rewa berdewam in
Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) bi boneya salvegera 63emîn a damezirandina wê wek yekem partiya siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) bi boneya salvegera 63emîn a damezirandina wê wek yekem partiya siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir, tê de hat, yekem rêxistina siyasî ya Kurdî bi destpêşxeriya hin ronakbîr û niştimanperwerên Kurd hat damezirandin û di demeke kurt de jî xelkê Kurd yê tiyê azadiyê û daxwaza mafên xwe yên netewî dike ber bi xwe ve anî.
Di daxuyaniya PDK-Sê de hat, damezirandina partî daxwazek ji bo dagirtina valahiya di meydana siyasî ya Sûriyê de heye bû, ji ber wê jî gelek rewşenbîr, karker, xwendekar û cotkar li derdora wê kom bûn, ji ber wê jî karvedanên gelekî tund ji aliyê desthilatê li hember wê derketin û hemû awayên serkotkirinê li dijî wê û endamên wê bikar anîn, ku hejmarek ji damezrênerên partî wek Dr. Nûredîn Zaza û hinên din jî xistin girtîgehan.
Polîtbouroya PDK-Sê dibêje: Partî tevî mercên zehmet, li ser xeta xwe ya netewî û niştimanî berdewam kir û bi piştbestin bi rêbaza Kurdayetiyê, rêbaza Barzaniyê Nemir û bi piştevaniya gelê Kurd kar û xebata xwe domand û bi berdewamî bang li yekrêzî û yekhelwestiya Kurdî di hemû qonaxên xebatê de kir.
Amaje bi wê jî dide: Yek ji encamên xebata partî, damezirandina Encûmena Niştimanî ya Kurdî bû, ku bû destkefteke girîng ji gelê Kurd re di warê siyasî, dîplomasî û rêxistinî de, ku bi rêbazeke aşkere û bi hişmendî daxwaza mafên gelê Kurd yên rewa, bicihkirina perensîpên pêkvejiyana hevbeş bi hemû pêkhateyan re wek Ereb Siryan û Aşûrî, Ermen, Mulisman, Xiristiyan û Êzidiyan dike.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye: ENKS bi berdewamî daxwaza mikurhatina li hebûna gelê Kurd li Sûriyê, dîtina çareseriyeke demokratîk û dadwerane ji doza wê ya netewî re li gor peyman û belgeyên navdewletî dike. Herwiha bi opozîsyona niştimanî ya Sûriyê re jî kar ji bo parastina mafên siyasî yên hemû pêkhateyan û piştevaniyê li dîtina çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê dike, ji bo avakirina dewleteke yekgirtî, demokratî, firehalî, ku mafên siyasî yên hemû pêkhateyan di destûrê de parastî bin. Herwiha kar dike ji bo hemû koçber û penaberan bi awayekî ewle bo cihên xwe yên resen dike, bi taybet koçber û derbiderên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî.
Polîtburoya PDK-Sê di dawiya daxuyaniyê de dibêje: Soz û peymanê didin cemawerê Kurd li Sûriyê, ji mana li ser perensîbên Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê û rêbaza wê ya netewî û niştimanî dilsoz dimînin û piştevaniyê li xebata gelê Kurd li hemû perçeyên Kurdistanê û tevgerên wan dikin û armancên gelê Kurd û mafên wê yên rewa diparêzin.
S. B