Li Hewlêrê 2 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê canjidestdana 2 kesan bi vîrusa Koronayê li Hewlêrê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê canjidestdana 2 kesan bi vîrusa Koronayê li Hewlêrê ragihand.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniyekê de ragihand, 2 nexweşên Koronayê li parêzgeha Hewlêrê canê xwe jidest dan. Ew peyayekî 71 salî ji nahiya Kesnezanê û jineke 70 salî ji qezaya Çomanê ne.

Wezareta Tenduristiyê sersaxî ji malbata wan herdu qurbaniyan re xwast û hêvî xwast jî ku welatî pabendî rêniymayên teduristiyê bibin.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine gihîşt 2101 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîşt 44 kesan.

 

S. B