TEV-DEM daxwaza bicih nekirina yasaya Sîzer li ser Sûriyê dike

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxwaz ji civaka navdewletî dike bilez destêwerdanê bike û rê li ber bicihkirina yasaya Sîzer li ser Sûriyê bigire.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxwaz ji civaka navdewletî dike bilez destêwerdanê bike û rê li ber bicihkirina yasaya Sîzer li ser Sûriyê bigire.

Biryar roja 17ê Hezîranê de yasaya Sîzer ya Amerîkî li Sûriyê were bicihkirin, ku sizayan li ser rêjîma Sûriyê û aliyên ku hevkariyê pê re dikin disepîne.

Di wê derbarê de TEV-DEMê daxuyaniyek nivisîk belav kir û tê de ragihand, “Çend rojên din cezayên yasaya Sîzerê li ser Sûriyê û gelê wê dikevin warê bicihkirinê. Civaka navdewletî ti çareseriyeke siyasî ji bo aloziya Sûriyê peyda nekir. Ji ber vê yekê civaka Sûriyê bi salan êş û azarên şerê mezhebî, şovonî û dagirkerî dikişînin.

Di daxuyaniya TEV-DEMê de hat: Hikumeta Sûriyê ji berpirsyartiyên xwe yên pêkanîna diyaloga çareseriya Sûrî-Sûrî direve. Lewra berpirsyartiya herî zêde ya vê aloziyê hildigre ku welat gihandiye vê kareseta civakî û aborî. Divê ku hikumeta Sûriyê îro li çareserî û alternatîfan bigire da ku bandora vê aloziyê li ser gelê Sûriyê kêm bike.

TEV-DEMê dibêje: Ev ceza dê bandorê li tevahiya Sûriyê bike, her wiha dê bandorê li rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Herwiha destkeftî û nirxên ku bi berdêlên mezin pêk hatine, armanc dike.

Di beşeke din a daxuyaniya TEV-DEM berpirsyartiya vê rewşa xirab hildigire ser Neteweyên Yekgirtî ya ku çavê xwe ji pêkanîna vê yasayê girtî ye. Her wiha Hevpeymaniya Navnetewî di serî de Amerîka, Rûsya û hikûmeta Sûriyê jê berpiryar in.

Herwiha TEV-DEM bang li civaka navdewletî dike ku erkên xwe yên exlaqî bicih bînin û bilez destwerdanê bikin da ku bicihkirina yasaya Sîzerê rawestînin.

 

S. B