Kobanê çîroka têkoşîna du xwîşkan

Ji ber rewşa xerab a aborî ya rojavayê Kurdistanê tê de derbas dibe, 2 keçên bajarê Kobanî dukanek firotina cilên zarokan vekirin û pê, debara jiyana malbata xwe dikin. Her du keç hem kar dikin û hem jî, di ber karê xwe de, xwendina xwe dikin.

K24- Kobanê

Gava ku vîn û evîn dibin yek, gavin serkeftinê bi lez dibin

Narîn û darîn herdû xûşkin hevin, ji bo alîkariya malbatin xwe, dûkaneke firotina cilên zarokan li bajarê kobanê , bi rêve dibin.

Herdû xûşik diyar dikin, ku bi destpêkirina belavbûna korona bavê wan bê kar ma, ji ber wî yekê jî, bi alîkariya mirovekî wan ji dervayî welat ev poroje pêkanîn.

Narîn xwe ji bo bawernameye seretehiyê amede dike, darîn jî di qonaxa nehan de ye, li vir ew him firoşkarin him jî xwedevanin

Narîn dibêje, ku ew demên xwe dûrî tiknlojiya û enternêtê , tenê bi xwendinê dirbas dikin, û bi hiv re jî dibin alîkar. Û karê wan li pêş xwendina wan nabe astenig.

Tevî ku herdû xûşik hîn zarokin, lê ew dibêjin ku ev kar ji bo wan ne giran e, û ti zirarê li jiyana wan a zaroketî jî nake. Ew kêfxweşin ku karin bi xwedî yê xwe re alîkar bin, her wihe hîvî dikin ku di paşerojê de di xwendine xwe de bi serkevin.

Narîn dixweze bi pizîşke diranan be, û darîn jî dixwze bibe parêzer.