Li Kanîreş a Çewlîgê erdhejekê rû da

Li navçeya Kanîreş a Çewlîgê, bi pileya 5.9 erdhejekê rû da.

K24- Hewlêr

Li navçeya Kanîreş a Çewlîgê, bi pileya 5.9 erdhejekê rû da.

Li gor agahiyan, êvarê demjimêr nêzîkî 17:30, li navçeya Kanî Reş ya Çewlîgê erdhejekê rû da.

Li gor daxuyaniya Saziya Afat û Hawarhatina Lezgîn ya Tirkiyeyê, tundiya erhejê li gor pîvera Rîxterê 5.7 bû. lê pîvera cîhanî wek 5.9 ragihand.

Li gor agahiyên destpêkê li hin gundên Kanîreşê birîndar hene.