14 tûşbûyên Vayrosa Koronayê li Duhokê baş bûn
K24- di ragehandinekê Rêveberîya Tenduristîya parêzgeha Duhokê başbûna 14 tûşbûyên Vayrosa Koronayê li sinûrê wê parêzgehê ragehand.
K24- Hewlêr
Di ragehandinekê Rêveberîya Tenduristîya parêzgeha Duhokê başbûna 14 tûşbûyên Vayrosa Koronayê li sinûrê wê parêzgehê ragehand.
Di wê ragehandinê de, 8 tûşbûyên din yên Vayrosa Korona COVID-19 li Duhokê baş bûn û piştî encamdan pişkinînên pizîşkî li pey hev bo wan derket ku bi temamî baş bûne û hetin şandin bo malên wan.
Bi vê yekê jî, hejmara tevaya tûşbûyan li parêzgeha Duhokê başbûne gehişte 72 kesan û 61 kes jî heya niha di nexweûxaneyê mane.