Serokê Herêma Kurdistanê û balyozê Birîtaniya metirsîyên serheladana Daişê gotûbêjkirin
Êvarîya evro Yekşembîyê Nêçîrvan Barzanî, seokê Hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazî kir li Stifin Hîkî, balyozê Birîtaniya li Îraqê.
K24- Hewlêr
Êvarîya evro Yekşembîyê Nêçîrvan Barzanî, seokê Hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazî kir li Stifin Hîkî, balyozê Birîtaniya li Îraqê.
Di civînê de Ceymis Sorinton, konsulê Birîtaniya li Hewlêrê amade bû. Pêşhatên belavbûna Vayrosa Koronayê û hewil û rêkarên rûbirûbûna wê li Îraq û Herêma Kurdistanê, li gel bandorên wê bi taybet di warê abûrî de, li ser Îraq, Herêma Kurdistanê û cîhanê û çawanîya rûbirûbûna wê gêngeşe kirin.
Destbikarbûn û bernameya kar û pêngavên hikumeta nû ya Îraqê bi serokatîya Mistefa Kazimî, arîşe, kirîz û qeboyên li pêşîya wî, peywedîyên Herêma Kurdistanê û hikumeta fedral û hewl û dîyalogên çareserkirina arîşeyên di navebra wan de li ser binemayên destûrê Îraqê, tewereka dî ya civînê bû.
Herdû alîyan gef û metirsîyên dûbare serheldan û bihêzbûna Daişe behis kirin ku demeke liv û bizavên wê li çend deverên Îraqê zêde bûye û hevwelatî û hêzên Îraqê dikin armanc. Derbarê vê yekê tekez hate kirin li ser giringîya berdewambûna piştevanîya Hevpeymanîya Nêvdewletî bo Îraqê û Herêma Kurdistanê bo berengarbûna terorê û hevkarî û hevahengî di navbera Herêma Kurdistanê û hikumeta fedral de. Di civînê de rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, peywendîyên Birîtanîya li gel Îraqê û Herêma Kurdistanê û xwazta herdû alîyan bo pêşvebrina wê peywendîyê, dîyaloga sitratîcî ya Îraq û Emerîkayê û çend pirsên din yên cihê giringîya herdû alîyan hatin behiskirin.
