Artêşa Tirkiyê dest bi operasyoneke nû li dijî PKKê kir

Peyamnêrê K24ê li Şingalê da zanîn, şeva bûrî firokeyên şer ên Tirkiyê li ser Şingalê firiyan û çend cih jî bombebaran kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li Şingalê da zanîn, şeva bûrî firokeyên şer ên Tirkiyê li ser Şingalê firiyan û çend cih jî bombebaran kirin.

Peyamnêrê me aşkere kir, firokeyên Tirkiyê çiyayê Şingalê û derdora kampa Mexmûrê bombebaran kirin.

Ji aliyekî din ve, Rêveberê Nexweşxaneya Sinûnê ji K24ê re ragihand, firokeyên Tirkiyê 15 navçe bombebaran kir û birîndarek gihîşt nexweşxaneyê.

Ev di demekê de ye, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê li tora civakî “Twitter”, operasyonek bi navê “Pençe-Kartal”  li ser hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê ragihand, ku tê de firokeyên ji cureya F-16 bi awayekî berçav bikar tên.

 

S. B