3 jinên DAIŞê dema hewl didan birevin li Eyn Îsayê hatin girtin
Asayişa li Rojavayê Kurdistanê 3 jinên DAIŞê yên ji kampa Holê reviyane, desteser kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Asayişa li Rojavayê Kurdistanê 3 jinên DAIŞê yên ji kampa Holê reviyane, desteser kirin.
Medyaya ser bi HSDê ve belav kir, Polîsên Trafîkê 3 jinên DAIŞî dema hewl didan bi rêya hin simsar û şaneyên çeteyên DAIŞ‘ê ji gundê Dibis ê rojavayê navçeya Eyn Îsayê ber bi Girê Spî ya dagirkerî ve birevin, girtin.
Da zanîn jî, jinên DAIŞ‘î yên hatin girtin "Meryem Mihemed El-Cafer 64 salî ye û 3 kurên wê di nava DAIŞê de ne û niha di girtîgehên HSDê de ne. Rîm Îbrahîm El-Ebo 26 salî ye û hevjîna çeteyekê DAIŞê ye ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de hatiyee kuştin. Hîba Salih El-Elî 25 salî ye hevjîna çeteyekî DAIŞê ye ku niha di girtîgehên HSDê de ye.
Amaje bi wê da, hêzên Asayîşê û Trafîkê her sê jinên DAIŞê radestî aliyên ewlehî yên berpirsyar kirin.
Zêdetir ji 11 hezar jin û zarokên DAIŞê di kampa Holê ya li Hesekê de hene û çendîn car in malbatên DAIŞê hewl didin ji birevin, lê hêzên asayişê dibêjin, ew hewl têne têkbirin.
S. B