Wezareta Tenduristîyê: 5 kesên din canên xwe ji dest dan

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare (110) a evro Yekşembîyê,14yê Xizîran a 2020 belav kir û ragehand. Ev jî deqa wê ragehandinê ye.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare (110) a evro Yekşembîyê,14yê Xizîran a 2020 belav kir û ragehand. Ev jî deqa wê ragehandinê ye.

Deqa ragehandina Wezareta Tenduristîyê:

Ragehandina Wezareta Tenduristîyê

Hejmare 110

Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, rêkar berdewam in bi vî awayî:

 

  • Kerentîn

Hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de, (15,070) hevwelatî bûn. Niha tenê (1,854) hevwelatî, li (36) cihên cuda, di kerentînan de man e, (266) li Hewlêrê, (17) li Silêmanîyê û (1,571) li Duhokê. (13,216) hevwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di Kerentîneyê de derbaz kirin e. Hejamreka din li 24 demjimêrên burî hatine kerentînekirin ku tevaya hejamara wan (22) Hevwelatî ne.

 

  • Pişkinîn:

Di dema 24 demjimêrên burî de, (2,389) pişkinîn li ser asta Herêmê hatin encamadan. (930)li Hewlêrê, (843) li Silêmanîyê, (473) li Duhokê,(76) li Germîyan, (47) li Raperîn û (20) li Helebce. Hejmara giştî ya wan pişkinînên ku ji destpêka Vayrosa Koronayê hatine encamdan 103,764 pişkinîn bûne.

 

Encam:

Encamên 24 demjimêrên burî,  (5) can jidestdan û (206) haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin. Bi vî awayî:

Li parêzgeha Hewlêrê, (2) can jidestdan û (37) tûşbûn.

Li parêzgeha Silêmanîyê (3) can jidestdan û (163) tûşbûn. Bi vî awayî:

Li devera Germîyan (14) tûşbûn.

Li devera Raperîn (18) tûşbûn.

Li parêzgeha Helebce (6) tûşbûn.

 

  • Amara giştî:

Hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (2,307) kes in, di nav wan de, (47) haletên mirinê hene û (1016) nexweş jî baş bûne û niha (1,244) nexweş di bin çavdêrîya pizîşkî de ne. Bo znanyarîyên zêdetir serdana Daşborda hikumeta Herêma Kurdistanê bike li vê lînkê (https://gov.krd/coronavirus/dashboard/).

Tevî destxweşîyê bo pizîşik, karmendên Tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi tî awayekî ji malên xwe nehên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê. Di dema pêwîst de jî, peywendîyê bi hêla germa hejamre (122) bikin.

 

Wezareta Tenduristîyê

Hikumeta Herêma Kurdistanê

14yê Xizîrana 2020ê