Qeymeqamê Şingalê: Nabe Tirkiye û PKKê Şingalê bikin meydana şer
Tirkiyê şeva bûrî pêgehên PKKê li çiyayê Şingalê bombebaran kiribû. Qeymeqamê Şingalê jî daxwaz ji Tirkiye û PKKê dike, Şingalê nekin meydana şerê xwe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Tirkiyê şeva bûrî pêgehên PKKê li çiyayê Şingalê bombebaran kiribû. Qeymeqamê Şingalê jî daxwaz ji Tirkiye û PKKê dike, Şingalê nekin meydana şerê xwe.
Qeymeqamê Şingalê Miheme Xelîl ji K24ê re ragihyand, şeva bûrî firokeyên şer ên Tirkiyê 4 aliyên çiyayê Şingalê bi zêdetir ji 40 mûşekan bombebaran kirin.
Qeymeqamê Şingalê got: Gelek hêz ji derveyî Iraqê derbasî Şingalê bûne û rewatiya Şingal û serweriya Iraqê binpê kirine, ew nahêlin aramî li Şingalê bicih bibe û nahêlin xelkê Şingalê vegerin ser mal û milkên xwe. Herwiha rexneyê li Tirkiyê jî digirin ku Şingal kiriye meydana şerê bi PKKê re.
Diyar kir kir jî, ji ber ku hikûmeta Iraqê Şingalê avedan nekiriye, PKKê li wê derê sûde dîtiye û zêdegaviyê li ser berjewendiyên xelkê dike. Herwiha planek di navbera Heşda Şeibî û PKKê de jî heye, nahêle dezgehên Şingalê yên rewa vegerin Şingalê.
Derbarê tevlêbûna hejmarek ji Şingaliyan di nava hêzên ser bi PKKê ve, Miheme Xelîl got: Hejmareke gelekî kêm ji xort û keçên Şingelê ji ber sedemên aboriyê, yan ji bo xebatê derbasî nava rêzên PKKê bûne. Wan jî berevanî di ber Şingalê de kir, lê niha dema wê hatiye ku Şingal bê avedankirin, ne ku bibe meydana milmilaneyên siyasî û bombebarankirinê.
Qeymeqamê Şingalê aşkere kir: Me ji biraderên PKKê re got ku Şingal ne meydana xebata we ye û me daxwaz jê kir Şingalê ji Şingaliyan re bihêlin û derfetê nedin Tirkiyê ta Şingal û Şingaliyan bombebaran bikin. Şingal divê were avedankirinê, ne ku were bombebarankirin.
S. B