Serok Barzanî û Balyozê Brîtanya li Iraqê rewşa siyasî û ewlehî guftûgo dikin
Serok Mesûd Barzanî îro 14. 6. 2020an pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Bexdayê birêz Stephen Hickey kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî îro 14. 6. 2020an pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Bexdayê birêz Stephen Hickey kir.
Di civînê de ku birêz James Thornton Konsolê Giştî yê Brîtanya li Hewlêr amade bû, behsa rûdana dawî ya belavbûn û rûbirûbûna pejika Korona û rewşa siyasî û aboriya Iraq û Herêma Kurdistanê û peywendiyên Hewlêr û Bexda kirin.
Her wiha ew kêşe û qeyranên rû li Iraqê bi giştî kiriye û hengavên nû yên Hikûmeta nû ya Iraq û peywendiya Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta Federal û gefên serhildana DAIŞê mijareke din a civînê bûn.
Di vî warî de her du alî gef û metirsiyên DAIŞê bi ciddî binav kirin, bi taybetî ku tevgerên wan yên vê dawiyê li gelek navçeyên Iraqê zêde kirine. Di vî derbarî de jî berdewamiya piştgîriya hevpeymanên navdewletî ya Iraq û Herêma Kurdistanê ya li rûbirûbûna terorê û çespandina asayîşa li Iraq û Herêma Kurdistanê da bi girîng zanîn.
Her wiha peywendiya Brîtanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê mijareke din a vê civînê bûn.
S. B