Mesrûr Barzanî: Çaksazî û rêkxistina dahatên giştî erkê pêşîne yê hikûmetê ye

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serperiştiya civîneke taybet a di warê gumrekê û rêkxistina deriyên sînorî û girêbestên xizmetguzariya nava deriyên sînorî kir û ragihand, çaksazîkirin û rêkxistina dahatên giştî, erkekî pêşîne yê hikûmetê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serperiştiya civîneke taybet a di warê gumrekê û rêkxistina deriyên sînorî û girêbestên xizmetguzariya nava deriyên sînorî kir û ragihand, çaksazîkirin û rêkxistina dahatên giştî, erkekî pêşîne yê hikûmetê ye.

Di dirêjahiya civînên taybet bi çaksaziyê di dahat û jêderên dahatên giştî de, îro 15. 6. 2020an Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi riya vîdyokonferansê serperiştiya civîneke taybet bi guftûgokirina derencamên karên komîtên taybet bi rêkxistina warê gumrik, lêxweşbûna gumrikê û deriyên sînorî kir.

Di civînê de ku Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî û hejmarek ji wezîrê pêwendîdar beşdar bûn, guftûgo derbarê encamê karên komîtên taybet bi warê rêkxistina gumrik û deriyên sînorî û pêdaçûn bi lêxweşbûna gumrikê wek beşek ji proseya çaksazîkirinê di dahatên giştî de hate kirin.

Di destpêka civînê de, Wezîrê Navxwe û Darayî û Aborî wek serperiştên komîteyan, raportên xwe pêşkêş kirin, ku tê de amaje bi wê da, bi wan proseyên pêdaçûnê û hûrgiliyê tevahiya yasa, rênima û girêbestên encam dane piştî serdanên meydanî, tevî pêşkêşkirina pirsgirêk û girftan, pêşniyazên xwe jî pêşkêş kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi girîngiya herdu babetan da û tekez kir ku çaksazî û rêkxistina dahatên giştî, erkê pêşîne yê vê kabîneyê ye û babetên girêdayî bi gumrikê û rêkxistina deriyên sînorî jî bi beşê girîng ê vê çaksaziyê di dahata giştî de zanî.

Di civînê de, tevî tekezkirina li piştevaniya Hikûmeta Herêmê bi karta taybet û parastina berhemên xwemalî û baweriya bi hevbeşîpêkirina karta taybet di geşekirina aboriya Herêmê û destxistina derfetên kar ji welatiyan re, biryar hat dayîn, ku tevahiya deriyên sînorî û xalên gumrikê li gor yasayan karpêkirî û standartên navdewletî bêne rêkxistin û hemû lêxweşbûnên gumrikê jî ku li derveyî yasayan hatine dan, bêne hilweşandin. Derbarê girêbestên xizmetguzariyê yên li deriyên sînorî jî ku ji aliyê karta taybet ve birêve diçin, di civînê de tekezî li wê hate kirin ku pêwîst e di nêzîktirîn derfet de, encamên dawiyê û hûrgilî û pêdaçûn di hemûyan de bêne temamkirin û li ber ronahiya berjewendiya giştî û berçavgirtina yasa û rênimayan, biryar di wê derbarê de bêne dayîn.

 

S. B