Serokê Herêma Kurdistanê hişyariyê ji zêdebûna gefên terorê dide
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hişyariyê derbarê zêdebûna gefên teroristî li ser Iraqê û bi taybetî li ser navçeyên madeya 140 dide.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hişyariyê derbarê zêdebûna gefên teroristî li ser Iraqê û bi taybetî li ser navçeyên madeya 140 dide.
Di daxuyaniyekê de, Serokê Herêma Kurdistanê derbarê rewşê de dibêje: Wekî çendîn car berê jî me hişyariyê li metirsiya rewşê daye, dûpat dikin ku berdewamiya vê rewşê, gefê li asayîş û aramî û pêkvejiyanê dike.
Ev hişyariya ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve di demekê de, berî du rojan çekdarên DAIŞê êrîşî ser gundekî Kurdên Kakayî li Xaneqînê kiribû û di encamê de 7 welatî şehîd bûbûn û 5 kesên din jî birîndar bûn:
Deqa daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê:
Dubarebûn û berfirehbûna berdewam ya êrîşên terorîstî li Iraqê, bi taybetî jî li navçeyên maddeya (140) ya destûrê rewşeke gelek metirsîdar û aloz ji bo nîştecihên wan navçeyan li tevahiya pêkhatên olî û neteweyiyan aniye holê ku demeke dirêje gefa kuştin û revandin û derxistinê li ser wane û vê dawiyê jî bi berdewamî berhemên wan yên çandiniyê dişewitînin û rojane wan dikin armanca êrîşa dirindaneyên terorîstî û têne şehîd kirin.
Wekî çendîn car berê jî me hişyariyê li metirsiya rewşê daye, dûpat dikîn ku berdewamiya vê rewşê gefê li asayîş û aramî û pêkvejiyanê dike û ji bo rûbirûbûna vê metirsiyê û parastina ser û malê welatiyan û pêkhatên wan navçeyan, mekanîzmeke çalaktir ya hemahengiya Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê û hevkariya Pêşmerge û hêzên Iraqiyan û berdewamiya piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş pêwîste, ji ber ku terorîstan valahiyeke emnî ya wan navçeyan wekî derfetek dîtine, Serokayetiya Herêma Kurdistanê jî li vê navê da hemû hewl û karînên xwe de berdewam dibe.
Êrîşa dawî ya terorîstî ya li ser dû gundên Kakeyî yan li navçeya Xaneqînê ku li encamê da hejmarek welatî şehîd û birîndar bûn, mînakeke ber bi çav ya pêşketina metirsî û aloz ya rewşê ne ku divê hengavên bi lez ji bo rêgirîkirina dûbarebûna wan li ber bêgirtin. Ji bilî wê yekê ku bi tundî wan tawankariyan şermezar dikîn, pirse û sersaxiyê pêşkêşî malbat û kesukarên wan dikim û hevbeşê xema wanim. Xwedayê mezin hedarê bide wan û hêviya bi lez başbûnê ji bo birîndaran dixwazim.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
15.06.2020
S. B