Hevserokê PYDê: Danûstandinên PYD û ENKSê nehatine rawestandin
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Enwer Muslim radigihîne, danûstandinên wan bi Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) re ranewestîne û di demeke de nêzîk de qonaxa duyemîn a danûstandinan destpê dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê PYDê Enwer Muslim ji K24ê re tekez kir, danûstandinên yekrêzî û yekhelwestiya Kurdî yên di navbera PYD û ENKSê de nehatine rawestandin. Qonaxa duyem ya danûstandinan jî dê di demeke kurt de destpê bibe.
Enwer Muslim amaje bi wê jî kir, di civînên qonaxa duyemî de, pirsên girêdayî Partiyên Yekîtiya Niştimanî û ENKSê bin dê werin guftûgokirin, lê dema behsa pirsên girêdayî saziyên din (wek pirsên serbazî û Rêveberiya Xweser) bên kirin, dê ew sazî jî beşdarî civînan bibin.
Ji demekê ve ye bi serperiştiya Şanderê Amarîkî Willaim Robak û piştevaniya Herêma Kurdistanê danstandinên Kurdî – Kurdî di navbera ENKS û PYDê li Qamişlo birêve diçin. Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî jî ragihandibû, gava yekemîn ji pêvajoya dîyaloga Kurdî- Kurdî bi serkeftî bû û ew derbasî asta duyemîn dibin.
S. B