Li Îraqê 1,106 kesên din tûşî Koronayê bûn
Wezareta Tenduristîya Îraqê amara 24 demjimêrên burî yên Koronayê li seranserî Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî belav kir.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya Îraqê amara 24 demjimêrên burî yên Koronayê li seranserî Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî belav kir.
Li gor aragehandine Wezareta Tenduristîya Îraqê , di dema 24 demjimêrên burî de, pişkinîn bo 10,135 gumanlêkirîyan hatîye encamdan û tûşbûna 1,106 kesên din bi vayrosa Koronayê hate piştrastkirin.
Wek di wê ragehandinê de hatîye, her di van 24 demjimêrên burdî de 45 kesan bi sedema nexweşîya Koronayê canên xwe ji dest dane.
Hevdem 1,150 haletên başbûnê jî hatîye ragehandin.
Heya niha hejmara giştîya tûşbûyên Koronayê li seranserî Îraqê gehiştîye, 21,315 haletan. Ji evê hejmareyê 652 kesan bi sedema Vayrosê canên xwe ji dest dane û 9, 271 kes jî bi temamî baş bûne. Herweha 11,392 kes jî li nexweşxaneyan in di bin çavdêrîya pizîşkî de ne. ji evê hejmareyê 150 kes bi sedema na akincîya rewşa tenduristîya wan di bin çavdêrîya çir de ne.