Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazî kir li balyozê Birîtaniya li Îraqê

Evro Dûşembîyê, 15/6/2020, Serokê hikumeta Herêma Kurdiatanê pêşwazî kir li Stivin Hîkî balyozê Birîtaniya li Îraqê.

K24- Hewlêr

Evro Dûşembîyê, 15/6/2020, Serokê hikumeta Herêma Kurdiatanê pêşwazî kir li Stivin Hîkî balyozê Birîtaniya li Îraqê.

Di wê dîdarê de, ku Ceymis Sorintin, Konsulên giştî yê Birîtaniya li Hewlêrê amade bû.  Giftûgo hate kirin derbarê pêşxistina peywendîyên di navbera Herêma Kurdistanê Birîtaniyayê de û mîkanîzma çareserkirina arîşeyên di navebera Herêma Kurdistan û Hewlêrê de.

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê rûnahî xiste ser peywendîyan li gel hikumeta fedral û ragehand, Em piştîvanîyê li hikumeta Kazimî dikin ji bo çareserkirina tevaya arîşeyan li ser binemaya destûrê. Got jî:  her dema birayên me li hikumeta fedral amade bin bo çareserîya arîşeyên di navbera me de bi awayeka dadperwerane, amedem e serdana Bexdayê bikim.

Balyozê Birîtaniya li Îraqê, amadeya welatê xwe nîşanda bo hevkarîkirina hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta fedral daku bigehin çeareserkirineka bineretî li ser binema ya destûrê. Got jî: Herêma Kurdistanê bi dost û hevpeymanên xwe dizanîn û dixwazîn di evê rewşa niha ya dijwar de hevkarîya wan bikin.