“Bexda dixwaze arîşeyên xwe li gel Herêmê çareser bike”

Di hevpeyvînekê de bo Fermangeha Mêdya û Zanyarî, wezîrê Herêmê bo danûstandinên di navbera hikumeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, Xalid Şiwanî ragehand, ew mesicên ji Bexdayê digehe Kurd nîyeteke wan bo wê yekê têde heye.

K24- Hewlêr

Xalid Şiwanî, li bersiva wê pirsyara, ka hikumeta Fedral dixwaze arîşeyên xwe li gel Herêmê çareser bike: got: ji sala 2003yê ve peywendîyên di navbera Hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta Fedral gelek hevraz û nişêv hebûne, bi awayekê hinek caran ji milmilanê ya tund nizîk bûne; lê hinek caran jî gelek baş bûne.

Şiwanî amaje bi wê yekê jî da, ew sîyaseta niha ya hikumeta Herêma Kurdistanê li gel hikumeta fedral girtîye ber û hewlên wê bo çareserkirina arîşeyan, zemînesazîyeka baş durist kirîye û ez di wê bawerîyê de me ku amajeyên baş jî ji alîyê Bexdayê ve derketin e, ku ew jî amede ye bo çareserkirina arîşeyan.

Tekez jî kir, kabîneya nû ya hikumeta Îraqê niha ji dayîk bûye û di peyamên xwe de ewên bo Kurdistanê dişîn in, nîyetek diyare ku dixwazin arîşeyan çareser bikin û em jî evê helwêsta wan bi helwêsteka erênî dizanîn û em jî dixwazin bo vê yekê serdana Bexdayê bikin û kar li ser çareserîya arîşeyan bikin.