Wekîlê mîrê Êzdîyan koça dawîyê kir

Evro Mîr Kamerîn Xeyrî Beg, wekîlê Mîra Hazim Tehsîn Beg bo karûbarên olî koça dawîyê kir.

K24- Hewlêr

Evro Mîr Kamerîn Xeyrî Beg, wekîlê Mîra Hazim Tehsîn Beg bo karûbarên olî koça dawîyê kir.

Mîr Kamîran li nexweşxaneya Şêxan bi sedema nexweşîyê koça dawîyê kir.

Nav hatî dema sê mehan bû ji Elmaniya vegerîya bû bo Herêma Kurdistanê û bi sedema têkçûna rewşa tenduristîya wî li Nexweşxaneya Şêxan di bin çavdêrîya pizîşkî de bû.

Jîyannameya Mîra Kameran:

  • Li 1955 li nahye ya Baedrê ji dayik bûye.
  • 1979 kolca maf li zankoya Eyin Şems li Qhîre temam kirîye.
  • Heya 1995ê karê parêzerîyê kirîye.
  • Piştî heriftina rijêma Beisê li 2003yê vegerîya Baedrê.
  • Pişikdarî di piroseya sîyasîya Îraqê de kirîye û bûye, endamê Civata Nîştîmanîya demkî ya Îraqê.
  • Pişikdarî kirîye di piroseya darijtina destûra Îraqê de ku li sal a 2005ê hate pesindkirin.