Ragehandinek ji rêveberê gitşî yê Tenduristîya Hewlêrê

Di ragehandinekê de, Dr. Dilovan Mehemed, rêveberê giştî yê Tenduristîya Hewlêrê başbûna 13 tûşbûyên Koronayê ragehand.

K24- Hewlêr

Di ragehandinekê de, Dr. Dilovan Mehemed, rêveberê giştî yê Tenduristîya Hewlêrê  başbûna 13 tûşbûyên Koronayê ragehand.

Di wê ragehandinê de hatîye, 13 tûşbûyên Vayrosa Koronaya nû COVID-19, piştî wergirtina çareserîya pizîşkî bi temamî başbûn e û rewşa tenduristîya wan cêgîr bûye.

Herweha amaje bi wê yekê jî hatîye kirin, ku pişkinînên taybetên li pey hev bo wan 13 kesan hate kirin û encam her nerênî derket, lew biryar hate dane bihên vegerandin bo nav malbatên xwe.

Her li gor wê ragehandinê, rêveberê giştî yê tenduristîya Hewlêrê, heya niha hejmara giştîya wan tûşbûyên li parêzgeha Hewlêrê başbûne  gehiştîye 316 kesan.