Binkeyeke hêzên Amerîkî li Bexdayê rastî êrîşekê hat
Binkeyeke hêzên Amerîkî li nêzîkî firokxaneya navdewletî ya Bexdayê, bi mûşekan hat armanckirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Binkeyeke hêzên Amerîkî li nêzîkî firokxaneya navdewletî ya Bexdayê, bi mûşekan hat armanckirin.
Jêderekî ewlehiyê li Bexdayê ragihand, şeva bûrî bi du mûşekên Katyoşa êrîş li binkeyeke hêzên Amerîkî li nêzîkî firokxaneya navdewletî ya Bexdayê hate kirin.
Li gor zanyariyan, ji encama êrîşê ti ziyanên canî nebûn.
Diyar kir jî, ew herdu mûşek li nêzîkî navenda Hevahengiya Dîplomasî li Bexdayê ketin xwarê.
Piştî bûyerê, hêzên ewlehiyê sekoyeke avêtina mûşekan li taxa Furat li nêzîkî firokxaneyê li rojavayê Bexdayê dîtin.
Demek e binkeyên hêzên Amerîkî li Iraqê rastî êrîşên mûşekî tên, bi taybet piştî kuştina Fermandarê Feyleqa Qudisê Qasim Suleymanî di meha Çileya bûrî de.
S. B