Wezareta Tenduristîyê: 7 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan
Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare (111) a evro Dûşembîyê,15yê Xizîran a 2020 belav kir û ragehand. Ev jî deqa wê ragehandinê ye.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare (111) a evro Dûşembîyê,15yê Xizîran a 2020 belav kir û ragehand. Ev jî deqa wê ragehandinê ye.
Deqa ragehandina Wezareta Tenduristîyê:
Ragehandina Wezareta Tenduristîyê
Hejmare 111
Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, rêkar berdewam in bi vî awayî:
- Kerentîn
Hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de, (15,115) hevwelatî bûn. Niha tenê (1,501) hevwelatî, li (36) cihên cuda, di kerentînan de man e, (256) li Hewlêrê, (10) li Silêmanîyê û (1,235) li Duhokê. (13,614) hevwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di Kerentîneyê de derbaz kirin e. Hejamreka din li 24 demjimêrên burî hatine kerentînekirin ku tevaya hejamara wan (45) Hevwelatî ne.
- Pişkinîn:
Di dema 24 demjimêrên burî de, (2,267) pişkinîn li ser asta Herêmê hatin encamadan. (920)li Hewlêrê, (706) li Silêmanîyê, (490) li Duhokê,(121) li Germîyan û (30) li Helebce. Hejmara giştî ya wan pişkinînên ku ji destpêka Vayrosa Koronayê hatine encamdan 106,031 pişkinîn bûne.
Encam:
Encamên 24 demjimêrên burî, (7) can jidestdan û (166) haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin. Bi vî awayî:
Li parêzgeha Hewlêrê (1) can ji destdan û (32) tûşbûn.
Li parêzgeha Silêmanîyê (6) can jidestdan û (100) tûşbûn.
Li devera Germîyan (22) tûşbûn.
Li parêzgeha Helebce (5 tûşbûn).
Li parêzgeha Duhokê (2) tûşbûn.
- Amara giştî:
Hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (2,473) kes in, di nav wan de, (54) haletên mirinê hene û (1,036) nexweş jî baş bûne û niha (1,383) nexweş di bin çavdêrîya pizîşkî de ne. Bo znanyarîyên zêdetir serdana Daşborda hikumeta Herêma Kurdistanê bike li vê lînkê (https://gov.krd/coronavirus/dashboard/).
Tevî destxweşîyê bo pizîşik, karmendên Tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi tî awayekî ji malên xwe nehên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê. Di dema pêwîst de jî, peywendîyê bi hêla germa hejamre (122) bikin.
Wezareta Tenduristîyê
Hikumeta Herêma Kurdistanê
15yê Xizîrana 2020ê