Li cîhanê hejmara pêketiyên Koronayê 8 milyon kes derbas kir

Li seranserî cîhanê hejmara kesên bi vîrusa Koronaya nû COVID-19 ketine, 8 milyon kes derbas kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li seranserî cîhanê hejmara kesên bi vîrusa Koronaya nû COVID-19 ketine, 8 milyon kes derbas kir.

Li gor dawî amarên zanîngeha John Hopkins a Amerîkî, îro hejmara kesên li seranserî bi vîrusa Koronayê ketine gihîşt 8 milyon û 30 hezar û 461 kesan. Hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîşt 436 hezar û 899 kesan.

Li gor amaran, Amerîka welatê herî zêde welatiyên wê bi vîrusa Koronayê ketine ye, ku hejmara pêketiyan gihîştiye 2 milyon û 114 hezar kesan. Herwiha zêdetir ji 116 hezar kesî canê xwe jidest dane.

Di pileya duyem a zêdebûna qurbaniyan de Brazîl piştî Amerîka tê, ku 888 hezar kes li wî welatî bi vîrusa Koronayê ketine û zêdetir ji 44 hezar kesî canê xwe jidest dane.

Herwiha Rûsya di pileya sêyemîn bi 536 hezar pêketiyan tê, lê rêjeya mirina bi Koronayê kêmtir e, ku heta niha 7 hezar 91 kesan canê xwe jidest dane.

Niha li Hindistanê amarên pêketin û mirina bi Koronayê bilind dibe, ku heta niha zêdetir ji 343 pêketî û zêdetir ji 10 hezar haletên mirinê hatine tomarkirin.

Li ser asta cîhanê, li hin welatên Ewropî qurbaniyên Koronayê jî zêde hatine tomarkirin, wek Fransa, Îtalya û Ispanyayê.

Li welatên navçeyê jî, li Îranê zêdetir ji 187 hezar û 427 kesan bi Koronayê ketine û 8 hezar û 837 kesan jî canê xwe jidest dane. Herwiha li Tirkiyê jî zêdetir 179 hezar û 831 kesan bi Koronayê ketine û 4 hezar û 825 kesan jî canê xwe jidest dane.

 

S. B