Serok Barzanî serxweşiyê li malbata Mîr Kamîran Xeyrî Beg dike
Bi boneya koça dawiyê ya Wekîlê Mîrê Êzidiyan ji bo Karûbarên Olî Mîr Kamîran Xeyrî Beg, Serok Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir û û tê de serxweşî li malbata wî, Mîrê Êzidiyan û Kurdên Êzidî kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi boneya koça dawiyê ya Wekîlê Mîrê Êzidiyan ji bo Karûbarên Olî Mîr Kamîran Xeyrî Beg, Serok Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir û û tê de serxweşî li malbata wî, Mîrê Êzidiyan û Kurdên Êzidî kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de nivîsî: Bi xem û kovaneke gelekî mezin me nûçeya koça dawiyê ya Wekîlê Mîrê Êzidiyan ji bo Karûbarên Olî Mîr Kamîran Xeyrî Beg bihîst. Xwedêjêrazî Mîr Kamîran kesayetiyekî Kurdperwer û welatparêz û xwedî soz û berkeftiyê malbata mîran û Kurdên Êzidî bû û jidestdana wî, karesateke mezin e.
Herwiha Serokê dibêje: Bi vê hilkefta xemgîn, sersaxî û serxweşiyê li Mîr Hazim Tehsîn Beg, malbata Mîrî, Civata Rûhanî û tevahiya xwişk û birayên Êzidî dikin. Ji xwedêyê mezin dixwazim ku sebr û hedarê bide kesûkarên rihmetî û hemû Kurdên Êzidî û ruha wî şad be û cihê wî bihuşta perîn be.
Wekîlê Mîrê Êzidiyan ji bo Karûbarên Olî Mîr Kamîran Xeyrî Beg duhî ji ber nexweşiyê, li nexweşxaneya Şêxanê koça dawiyê kiribû.
S. B