Rojhilatê Kurdistanê.. 2 kes bûn qurbaniyên 2 teqînan
Di encama teqîna 2 mînan de li navçeyên sînorî yên Bane û Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê, 2 kes bûne qurbanî.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di encama teqîna 2 mînan de, li navçeyên sînorî yên Bane û Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê 2 kes bûne qurbanî.
Rêxistina “Hingaw” a mafên mirovan belav kir, şeva bûrî di encama teqîna mînekê li gundê Sorawî ya ser bi Banê ve, cotkarekî canê xwe jidest da.
Ji aliyekî din ve, li navçeya Sîlvana ya ser bi Urmiyê ve kolberekî din dema di kolberiyê de bû, mînek teqîya û bi giranî birîndar bû.
Li gor amarên rêxistina Hingaw, ji destpêka îsal ve, herî kêm 11 kesan li sînorên Kurdistanê di encama teqîna mîn û bombeyan de bûne qurbanî.
S. B