Li Bakurê Kurdistanê pêketiyên Koronayê zêde dibin
Li Wanê hejmara pêketiyên Koronayê zêde dibin û pizîşk jî ji hatina pêla duyem a vîrusa Koronayê hişyariyê didin. Li Diyarbekir, Erzerom û Rihayê jî bikaranîna maskeyan bûye naçarî.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Wanê hejmara pêketiyên Koronayê zêde dibin û pizîşk jî ji hatina pêla duyem a vîrusa Koronayê hişyariyê didin. Li Diyarbekir, Erzerom û Rihayê jî bikaranîna maskeyan bûye naçarî.
Li Wanê hejmara pêketiyên Koronayê gihişt 600 kesan û hejmara kesên can ji dest dane jî gihişt 10 kesan. Pizîşkên Zanîngeha Wanê radigihînin, heger welatî pabendî rênimayan nebin, rewşeke metirsîdar dê rû dide.
Ji aliyekî din ve, piştî zêdebûna nexweşên Koronayê, li sê bajarên Bakurê Kurdistanê Diyarbekir, Erzerom û Rihayê bikaranîna maskeyan bûye naçarî.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrattin Koca li ser twitterê ragihand ku di çarçoveya tedbîrên rûbirûbûna vîrusa Koronayê de li 5 parêzgehan derketina derve bê maske qedexe bûye.
Fahrettin Koca diyar kir ku ji ber ku pêketina bi Koronayê li Diyarbekir, Erzerom, Riha, Rize û Qeyseriyê her diçe zêde dibe, bikaranîna maskan bûye merc.
S. B