Îran devera Hacî Ûmran topbaran dike
Nûçegîhanê K24 ragihand, ku deverên Dolî Alane, Kelî Xezalê û Berdesoran a Hacî Ûmran ji alî Îranê ve tên topbaran kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Nûçegîhanê K24 ragihand, ku deverên Dolî Alane, kelî Xezalê û Berdesoran a Hacî Ûmran ji alî Îranê ve tên topbaran kirin.
Nûçegîhanê K24 herweha diyarkir, ku deverên hatine topbarankirin, ji alî koçeran ve wekî deverên çêrandina ajalên wan ve tên bikaranîn û bi hezaran koçer di mehên havînê de li wan cîh an bicîh dibin.
Heta niha liser encamên ziyanên topbaranê tu agahdarî nehatine belavkirin.
Ligor şahidxalan li deverê, berî topbaran a Îranê çendîn firokeyên bêfirokevan liser esmanê deverê firiyan e.
C.B