2 penaberên Efrînê li kampeke Duhokê canê xwe jidest dan

Jin û mêrekî penaber ên Rojavayê Kurdistanê di encama pêketina agir bi konê wan li kampa Giwêlan a li parêzgeha Duhokê de canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jin û mêrekî penaber ên Rojavayê Kurdistanê di encama pêketina agir bi konê wan li kampa Giwêlan a li parêzgeha Duhokê de canê xwe jidest dan.

Jêderekî ji kampa Giwêlan ji K24ê re ragihand, îro berbangê agir bi konekî ket û bi temamî şewitî û di encamê de Ferat Hesen Bekir 20 salî û hevjîna wî File Oso 19 salî ku Kurdên Efrînê ne canê xwe jidest dan.

Li gor zanyariyan, lêkolînê derbarê sedema vêketina agir bi wî konê ve, ji aliyê asayişê û pêwendîdar ve berdewam in.

 

 

S. B