Mesrûr Barzanî serperiştîya civîneka taybet bi tapokirina zevîyên kart û yekeyên akincîbûnê dike
Evro Sêşembîyê, 16/6/2020, Mesrûr Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, bi rêya vîdyo konfiransê serperiştîya civîneka taybet bi tapokirina zevîyên kart û yekeyên akincîbûnê û xizmetguzarîyên wan cihan kir.
K24- Hewlêr
Evro Sêşembîyê, 16/6/2020, Mesrûr Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, bi rêya vîdyo konfiransê serperiştîya civîneka taybet bi tapokirina zevîyên kart û yekeyên akincîbûnê û xizmetguzarîyên wan cihan kir.
Di civînê de, ku Qubad Talebanî, cêgirê serokê hikumetê û hejmarek ji wezîrên peywendîdar pişikdarbûn.
Gotûbêj hate kirinb derbarê encamdana cudakirina zevîyên pirojeyan bi mebesta çareserkirina arîşeyên tomarkirina zevêyên akincîbûna wan hevwelatîyên ku bi şêwaza kart ji şarewanîyan wergirtine. Herweha tememkirina piroseya tepokirina yekeyên akincîbûnê ku bi rêya weberhînanê hatine encamdan daku kirryarên wan bikarin bi fermî li fermangeha tapoyê tomar bikin.
Di tewerekê dî yê civînê de,mijara rêkxistina pareyên xizmetguzarî yên gund, bajar û komelgehên aknicîbûnê hate gînegeşekirin, tekez hate kirin bi awayekê ev xizmetkarîyên hanê bihên rêkxistin û hevsengî hebe di navbera şîyan û rewşa jîyara hevwelatîyan de. Hevdem jî paraztina kiwalîtya xizmetguzarîyan li berçavan bihêt girtin.
Herweha di civînê fde, gotûbêj hate kirin derbarê lezkirina rêkarên yasayî yên qerebokirina wan kesên zevîyên wan ketine nav nexşeya bineretîya bajêran û vemiranidna ji xwedîyê wan re hatîye hatîye encamdan lê heya niha qerebû ne wergirtine.
Herweha gotûbêj hate kirin li ser cêbecêkirina yasa û biryar û rênimayîyên taybet bi temlîkirina wan zevîyên akincîbûnê ku zêderon e, anku neyasayî ne li gor yasa ya perlemana Kurdistanê hejmare 2019 a tyabet bi temlîkkirina wan zevîyên li sinûrên şarewanîyan zêderoyî li ser hatine kirin. Bi awayekê ku li berjewendîya hevwelatîyên kêm dahat û deramet be. Bo nehêştina zderoyê li ser zevîyên mulkên giştî.
Bo evan mebestan jî, wezaretên peywendîdar pêşnîyazên xwe pêşkeşkirin û piştî gotûbêj û nerîn guhertinê pêşnîyazên wan hatin pesindkirin.

