Mezlûm Ebdê: Bi xebatên hevbeş ên ENKS û Partîyên Yekitîya Niştimanî ya Kurd şanaz in

Ebdê diyaloga Kurdî-Kurdî bi erênî wesif dike: ”Em bi xebatên hevbeş ên Encûmena Niştimanî ya Kurdî Li Sûriyê û Partîyên Yekitîya Niştimanî ya Kurd şanaz in

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokrat HSD Mezlûm Ebdê  bi twittekê, sekna xwe girêdayî pêwendiyên yekrêziyê yên di navbeyna  Encûmena Niştimanî ya Kurdî Li Sûriyê û Partîyên Yekitîya Niştimanî ya Kurd de diyarkir.

Ebdê diyaloga Kurdî-Kurdî bi erênî wesif dike:

”Em bi xebatên hevbeş ên Encûmena Niştimanî ya Kurdî Li Sûriyê û Partîyên Yekitîya Niştimanî ya Kurd şanaz in. Keda wan a pêkanîna lihevkirina pêşîn cihê kêfxweşîyê ye. Bi hêviya ev lihevkirin wê bi peymanek nû re tacîdar bibe da ku berjewendî û mafên rewa yên gelê me misoger bike”.

 

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment