Ragehandinek ji Rêveberîya Giştîya Tenduristîya Hewlêrê

Di ragehandinekê de Dr, Dilovan Mehemed rêvebrê giştîyê Tenduristîya Hewlêrê başbûna 38 tûşbûyên Koronayê li sinûrê wê parêzgehê ragehand.

K24- Hewlêr

Di ragehandinekê de Dr, Dilovan Mehemed rêvebrê giştîyê Tenduristîya Hewlêrê başbûna 38 tûşbûyên Koronayê li sinûrê wê parêzgehê ragehand.

Di wê ragehandinê de hatîye, 38 tûşbûyên Vayrosa Koronaya nû COVID-19 piştî wergirtina çareserîya pizîşkî bi temamî başbûne û rewşa tenduristîya wan bi temamî cêgîr bûye.

Herweha amaje bi wê yekê jî daye, pişkinînên li pey hev bo wan kesan hate kirin û encamên wan her nerênî bûn, lew biryar hate dane bihên vegerandin bo malên wan.

Herweha li gor wê ragehandina rêveberê giştî yê tenduristîya Hewlêrê, hejmara wan tûşbûyên heya niha li parêzgeha Hewlêrê baş bûne  gehiştîye 354 kesan.