Li Îraqê 1,385 kesên din tûşî Koronayê bûn
Wezareta Tenduristîya Îraqê amara 24 demjimêrên bûrî yên tûşbûyên Koronayê li seranserî wî welatî bi parêzgehên Herêma Kurdistanê ve jî belav kir.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya Îraqê amara 24 demjimêrên bûrî yên tûşbûyên Koronayê li seranserî wî welatî bi parêzgehên Herêma Kurdistanê ve jî belav kir.
Li gor ragehandina wezareta Tenduristîya Îraqê di dema 24 demjimêrên burî de pişkinîna pizîşkî bo 10,330 gumalêkirîyan hatîye encamdan û 1,385 kesên tûşî Koronayê bûne.
Wek di wê ragehanidinê de hatîye di van 24 demjimêrên burî de, 60 kesan bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dane.
Hevdem 591 haletên başbûnê ji wê nexweşîyê hatine tomarkirin.
Heya niha hejmara giştîya tûşbûyên Koronayê gehiştîye, 22,700 kesan û ji evê hejmareyê 712 kesan bi sedema Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dane û 9,862 kes jî bi temamî baş bûne. 12,126 kes jî di nexweşxaneyan de mane û dibin çavdêrîya pizîşkî de ne. Ji evê hejmareyê jî 148 kesan bi sedema nacêgîrî ya rewşa tenduristîya wan di bin çavdêrîya çir a pizîşkî de ne.