Serbazên Tirkiye 7 ciwanên Efrînê desteser kirin
Serbazên Tirkiyê, li Efrînê bi tometa beşdariya çalakiyan bûn e, 7 ciwanên Kurd desteser kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serbazên Tirkiyê, li Efrînê bi tometa beşdariya çalakiyan bûn e, 7 ciwanên Kurd desteser kirin.
Parêzgariya Hatayê da xuyakirin, Serbazên Tirkiyê li Efrînê 7 kes bi tomet, a ku beşdarî 11 çalakiyên çekdarî bûn e, binçav kirin.
Parêzgarê îdîa kir, kesên hatine binçavkirin, berpirsê şewitandina 3 otombêlan û 11 çalakiyên bombe ne û di lêgerînan de madeyên teqamenî jî, hatine desteserkirin.
Piştî dagirkirina Efrînê, bi sedan Kurd hatin revandin û binçavkirin û hejmareke zêde ji wan jî, hatine kuştin.
C.B